Feysel Mistefa Hecano Hemwelatiyekî ji Kobaniyê ye ku keçeke wî li gel YPJ şer dike. Berî hefteyekê wî ji desthilatdaran doza serdana keça xwe kir lê ew hate red kirin, û wek bersiv ji redkirinê re, wî li pêş avahiya hikûmeta Kantonê agir berda laşe xwe. Ew hate veguhestin bo nexweşxaneyên Tirkiyê ji bo dermankirinê lê piştî çend rojan, Feysel di nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest da.
Di pêwendiyeke telefonî de, wezîrê berevaniya Kantona Kobaniyê Ismet Şêx Hesen, Feysel Hecano wek kesekî nexweş da nasîn û red kir çi agahiyanên berfereh di vê derbarê de bide.
Rojnamevan Mistefa Ebdî ji bo Dengê Amerka, ev axaftin red kir û got Faysel tene dixwest keça xwe bibîne.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke