Rûsya piştgiriya xwe ragihand ji bo lidarxistina hilbijartinên parlemanî û serokayetî li Sûriyê û got ew amadeya alîkariya serhildêrên Artêşa Sûriyê ya Azad bike.
Nivîskar û siyasetmedarê Kurdê Sûrî rêzdar Selah Bedredîn, di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka helwesta Rûsya di vê derbarê de şîrove kir û got:
“Ev bûn pênc sal, Rûsya aliyek e di şerê Sûriyê de. Wê piştgiriya rêjîma Esed dikir û ew di çavê miletê Sûriyê de dijmin e. Ez bawerim axaftinên wan di derbarê hilbijarinan û çareseriyê de, lîstin e bi gotinan, tiştê niha li ser maseyan dibin, çi agahiya xelkê Sûriyê jê nîne.“
Berdedîn ku niha li Herêma Kurdistana Îraqê dimîne, bal kişand ser rewşa Kurdan di van pêvajo û guftûgoyên dawî de, û got Kurd ji ber nebûna yek nerînê, dê wan çi rol nebe di demên pêşde li Sûriyê .
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke