Sala borî di van rojan de, Daiş êrîşeke berfereh bir ser bajarê Kobaniyê û hîşt ku hemî xelkê bajêr malên xwe bicî bihêlin û derbasî Tirkiyê bin.
Rewşa niha ya şer li gundewarên Kobaniyê, metirsiyên ku Daiş hîn dide ser bajêr, û pilanên nehîştina gefa vê gurûpa terorîst ew babetên hevpeyvînekê ne ku rêzar Heqî Kobanî, komandarê hêza volkana Furat li gel Dengê Amerîka ronî dide ser. Ew dibêje:
“Daiş tenê di aliyê ragihandinê de dixwaze xwe wek hêzeke xurt diyar bike lê ew li herêmên Kurd têkçûye. Di boneya damezrandina hêza volkana Furat de berî çend rojan me dupat kir ku ev hêz amadeye berevaniya herêmê bike û Daiş tune bike. “
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke