Rewşa penaberên Sûrî li Ewrupa bi giştî û bi taybetî li Almanya her diçe belav dibe û ji dêvla ku tenê pirsgirêgeke mirovahî û penaberan be, ew roj bi roj dibe kêşeya welatên Ewrupî û nakokiyan derdixe holê.
Şêwekar û çalakvanê Kurdê Sûrî rêzdar Mihemed Elî Mûsa ji Dengê Amerîka re ronî da ser rewşa niha ya penaberan û got:
“Dema ku hikûmeta Almanya pêşwaziya jimareke wiha dike bê guman wê pilan hene ji bo veheweandina wan. Ew dikarin di nîrên çend demjimêran de kampên bi rêk û pêk durist bikin. Hin caran problemên biçûk derdikevin holê lê ew zû tên Kontrolkirin.“
Mûsa ku bi xwe penabere li Almanya, bang li penaberên Sûrî û yên Kurdên Sûrî kir ku "Bêhna xwe fereh bikin, piroblemên biçûk mezin nekin, û rê nedin kesekî wêneya wan bi awakî ne baş diyar bike."
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke.