Jimareke Mezin ji penaberan hewil didin derbasî Almanya bin. Ew li welatên Bulqan rastî gelek astengiyan dibin, di demekê de ku daxwaz bilind dibin ji bo dîtina çareseriyeke rijdî û bingehên ji rewşa wan re li Ewrupa.
Endamê serkirdayetiya rêxistina SOZ rêzdar Şepal Îbrahîm ji Dengê Amerîka rewşa koçberan li Almanya şîrove kir û got:
“Jimara kesên ku daxwaza mafê penaberiyê ji Almanya dikin ew jimara herî bilind e, Almanya bi awakî mirovahî danûstandinê li gel penaberan dike. “
Îbrahîm ku Almanya dimîne, ragihand ku bûyerên dawî yên li Nemsa û Mecedonia di derheqê penaberan de bûyî, hîştin ku serkirdeyên Ewrupî banga kombûneke taybet bikin ji bo rewşa koçberan.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke.