Doh duşemê şandê Neteweyên Yekgirtî bo Sûriyê Staffan De Mistura êrîşa balafirên şer yên rêjîmê li ser bajarokê Dûma pirotesto kir. êrîşa ku di encamê de derdora 100 kesî jiyana xwe ji dest da û bi sedan jî birîndar bûn.
Îroj sêşemê jî rêjîma Sûriyê De Mistura tawanbar kir bi alîgiriyê û got axaftinên wî yên doh li dor êrîşê dûrî rastiyê bûn li ser erdê.
Eger em bidin berçavan ku De Mistura xwediyê despêşxeriyeke çareseriya siyasiye bo rewşa Sûrî û ew kesê herî guncawe ji bo axaftinên li gel herdû aliyê şer li Sûriyê di vê qonaxê de, gelo bandora van nanokiyan li ser guftûgoyan çiye?
Rûsya û Îranê jî di van demên dawî de hewildanên nezîkkirina nerînên aliyên dijber hebûn. Gelo wan ev erîş erê kir, an rêjîm gelek tiştan dike bêyî ku vegere hevalbendên xwe?
Bernameya Hest û Helwest bi beșdarbûna sê mîvanan ronî dide ser vê babetê:
Endamê komîta Kurdî ya mafê mirov rêzdar Ciwan Yûsif Ku li Siwîsra dimîne; birêvebirê rêxistina Hawar ya penaberên Kurdên Sûrî rêzdar Hozan Efrînî ku li herêma Kurdistana Îraqê dimîne; û parêzerê Kurdê Sûrî Ebdella Îmam ku li Tirkiyê dimîne.
Ji bo guhdarîkirina li bernameyê, faylê deng veke.