Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kamîran Hec Ebdo: Her Ku Çareseriyeke Siyasî Nêzîk Dibe Rêjîma Sûrî Hovtir Dibe


Kamîran Hec Ebdo
Kamîran Hec Ebdo

Balafirên şer yên rêjîma Sûrî îroj yekşemê bazareke bajarokê Dûma bombebaran kirin li paytexta Sûriyê Dîmeşq û bi sedan kuştî û birîndar li dû xwe hîştin. Ev ûrîş tê di demekê de ku civaka navnetewî hewil dide çareseriyeke siyasî ji pirsgirêka Sûrî re bibîne.

Sekretêrê Partiya Yekîtiya Demuqrata Kurdî li Sûriyê rêzdar Kamîran Hec Ebdo, ji Dengê Amerîka ev babet şîrove kir û got:

“Ev ne cara yekem e rêjîma Sûrî kiryarên wiha dike û dê ne cara dawiyê be jî. Her ku çareseriyeke siyasî tê danên li ser maseya rêjîma Sûrî hîn hovtir dibe . Ew dixwaza bi riya kuştinê helwesta xwe di diyalogê de xurtir bike.”

Hec Ebdo ku li Almanya dimîne bal kişand ser rewşa niha ya opozisyona Sûrî û ew wek opozisyoneke negihştî asta hêvî û daxwazên xelkê Sûriyê anî ziman.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Kamîran Hec Ebdo SW 08_16_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:15 0:00

XS
SM
MD
LG