Di çarçoweya rapirsînekê de malpera al-jazîra nêt ya Erebî, pirsiyarek ji xwendevanan kir, gelo tu piștgiriya Dewleteke Kurdî dikî an na? Li dirêjiya sê rojan bêhtirî sed hezar kes di piroseya dengdanê de beșdar bûn û di encamê de derdora 90 ji sedî bi erê bersiv dan û kêmtirî 10 ji sedî gotin na, ew pistgiriya ragihandina dewleteke Kurdî nakin.
Herçendî ev rapirsîn giștî bû û nikarîbû bersiva gelek pirsiyaran bide û mebesta wê bêhtir hêrêma kurdistana Îraqê bû lê wê bala gelek çalakvan û șîrovekaran kișand ser xwe, bi taybetî opozisyona Erebî li Sûriyê ku carcaran metirsiyên xwe derdibirin li dor ji avakirina hin navçeyên serbixwe li bakurê welat ji aliyê PYDê û hevalbendên wê ve.
Niwênerê kombûna șoreșgerên Sûriyê rêzdar Imer Idlibî ku li bakurê Sûriyê li bajarê Etarêb dimîne, di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka ev babet șîrove kir û got:
“Bi rastî guman li dor rijdîbûna vê rapirsînê hene. Ew pirseke giștî ye , ne di çarçoweyeke jixrafîyeke destnîșan kirî de ye û bi awakî rijdî behsa damezrandina dewleteke Kurdî ye serbixwe nake. Lê eger pirs rijdî be Bê guman ez gelek metirsiyan tê de dibînim, ji ber ku berê serqamgîrî li herêmê nîne, bi taybetî li Îraqê û Sûriyê.”
Rêzdar Idlibî dupat dike ku ew wek hemwelatiyekî Sûrî ne li dijî avakirina dewleteke Kurdî ye li Herêmê, lê tenê ew dibîne dem ne dema ragihandina wê ye:
“ Ez çi carî dilteng nabim ji damezrandina Dewleteke Kurdî, ew mafê rewa ye ji xelkê kurd re wek hemî miltên cîhanê ku doza mafê xwe dikin, lê di vê qonaxa dîrokî de, bi taybetî li Sûriyê dema ku welatek tevde wêran dibe, dem ne guncawe, pêwîste hemî xelkê Sûrî biryara vê yekê bide.”
Heçendî li Sûriyê çi aliyên kurd bi awakî diyar behsa welatekî serbixwe nekirine, lê têkçûna rewșa Sûriyê û lawazbûna hêviyê li nik xelkê bi mayîna Sûriyê wek welatekî yekgirtî, dibe hokar ku her pêkhateyek hewil bide rewșa xwe bi awakî veqetî çareser bike.
Rêzdar Idlibî vê yekê wiha dide ber çavan:
“Piștî hilweșandina rêjîma Beșar Esed, hema hema li seranserî welat û berzbûna rola gurûpên çekdar, çi ji aliyê rêjîmê ve û çî jî gurûpên grêdayî bi hin aliyên opozisyonê ve, têgeha parastina navxweyî diyar bû li hin navçeyan; wek ku niha li parêzgeha Siwêda û berê jî hêrêmên ku piraniya wan Kurd in. Ev parastina han bi nerîna min gefekê li ser yekîtiya welat disepîne.”
Idlibî dibêje em roja îro behsa gefa perçebûnê nakin, Sûriyê niha welatekî parçe perçe ye:
“Em niha behsa parçebûnê nakin Sûriyê welatekî perçeyê lê perçebûn bi awakî fermî nehatiyê ragihandin, ez ne reșbînim lê rewș pir dijware; di siya nebûna çi rijdîbûneke navnetwî ji bo dîtina çareseriyekê ji Sûriyê re ku gefê dide ser herêmê bi tevahî, piștî têkçûna dewleta Sûrî.”
Di çarçoweyê vê tevliheviyê de gurûpên terorîst jî, wek Daiș, karîbû desthilatdariya xwe bisepînin li herêmên rojhilatê Sûriyê, herêmên nêzîkî al Enbar, cihê ku Daiș lê bihêz bû berî ku derbasî Sûriyê be, li gor Idlibî:
“Daiș li herêmên wek Reqa û Dêrezorê û bi riya pêwendiyên xwe dinavbera êlên van herêman de karîbû cihekî ji șûna lingê xwe re bibîne. Lê ew nerîna ku dibêje Daiș ji xwe re himbêzeke ayînî an olî li Sûriyê dît ez dibînim tiștekeî ne durist e.”
Li dor niwêneratiya Daiș ji pêkhateya Sunnî re li Sûriyê, Idlibî dibêje ew nerîneke șașe û Daiș bi çi șêweyî niwêneratiya wan nake:
“Sunnî li Sûriyê rastî zordariyê hatin wek ku Kurd rastî hatin, daçekên ragihandinê yê di dest Daiș de, wêneya Sunniyan guherand li Sûriyê , Sunniyan çi carî piștgiriya Daiș nekir. Herêmên ku Daiș lê hene, wan sedemên xwe yên girêdayî bi êlên wan herêman hene ne tiștekî din.”
Rapirsîna al Jezîra heçendî çi daxwazên fermî li ser erdê bi taybetî li Sûriyê wernagerîne, lê nebûna çi asoyên çareseriyê di demên nêzîk de, dê bê guman, berê Kurdan û hin pêkhateyên din jî bide ber bi jiyaneke veqetî, dûrî Sûriyeke yekgirtî.
Ji bo guhdarîkirina li raportê faylê deng veke