Li herdû aliyên sînor, di navbera Kobaniyê û Tirkiyê de, liveke çalakdara a penaberan heye. Hin ji wan hewil didin derbasî aliyê Tirkiyê bin û hinjî vedigerin bajêr piștî ku nêzîkî salekê di kampên penaberiyê de derbas kirin.
Nivîskar Stêrê Çelo ku bi xwe ji xelkê Kobanioyê ye û niha li wir dimîne, ji Dengê Amerîka re rewșa niha ya penaberan li ser sînor șîrove kir û got:
“Komkujiya Kobaniyê roleke neyênî di vegera xelkê Kobaniyê de lîst. Gelekên ku digotin ewê vegerin li ser axa xwe bimrin, ew hatin û mirin, lê yên li șûna wan mayî hewil didin xwe û zarokên xwe ji vê rewșa ne aram rizgar kin.”
Çelo, bal kișnad ser pêwîstiya ku rêvebiriya xweser tiștekî rijdî bike li ser erdê, bihêlke xelk ji vegerê hez bike. Li gor Çelo, bi girtina sînor, xelk bi Kobaniyê ve nayê girêdan.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê dengê veke