Berî du rojan Acansa Neteweyên Yekgirtî ya penaberan ragihand 4 milyon Sûrî ji ber șer ji welatê xwe reviyane û bûne penaber. Li gel van jimaran jî, Neteweyên Yekgirtî dibêje 7.6 milyon kes di hindirê Sûriyê de bê șûn û war in.
Endamê civata sozdarên rêxistina DAD ya mafê mirov li Sûriyê, rêzdar Eșref Sîno, ji Dengê Amerîka re ev jimar dupat kir û got:
“Civata navnetewî tiștekî berbiçav ji xelkê Sûriyê re nekir ji ber ku welatên navnetewî pêșbîniya șer bi vî awayê berfereh nekir.”
Sîno, bal kișand ser rewșa nebaș ya penaberan li welatên derdora Sûriyê û diyar kir ku wan welatan nikarîbûn pêgirbin bi sozên xwe di derbarê alîkariya penaberan de.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke.