Îroj șemiyê hêzên Asayîșê li taxeke Hesekê șaneke nêhênî ya çekdarên Daiș dorpêç kirin ku hewil didan karekî terorîst li bajêr bikin, lê ew reviyan û ji aliyê Asayîșê ve nehatin girtin.
Peyvdarê giștî yê Asayîșa Rojava rêzdar Mihemed Xelo, ji Dengê Amerîka re ronî da ser vê bûyerê û got:
“Her çendî kes ji gurûpa terorîst nehat girtin, lê gelek çek û teqemenî li șûn xwe hîștin ku hêzên Asayîșê destê xwe dan ser. Ev ji bo me wek hușdariyekê bû ku di demên pêșde agahdar bin û pîvanên parastinê bihêztir bikin”
Xelo ku niha li Qamîșlo dimîne, bal kișand ser girîngiya alîkariya xelkê sivîl di vê derbarê de û hevkariya di navbera pêkhateyên Hesekê û hêzên Asayîșê de, di asteke bilind de nirxand.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê,faylê deng veke.