Piștî sê rojan ji êrîșa terorîst a Daiș li ser Bajarê Kobaniyê û kuștina bi sedan xelkê sivîl li wir, rewșa bajêr aram e, hemwelatî vegeriyan malên xwe û tevlî şîn binaxkirina qurbanên kes û nasên xwe bûn.
Diktor Bextiyar Hisên, ji Dengê Amerîka re rewșa niha ya bajêr șîrove kir û got:
“Herçendî rewșa bajêr aram e û çekdarên Daiș lê neman, xelkê sivîl hîn di wê tirsê de dijîn û gelek ji wan bi șev li derveyî malên xwe dimîn in, ew dilșikestî ne û ji aliyê moralî ve ziyan mezin e.”
Hisên ku bi xwe li Kobaniyê dimîne, bal kișand ser rewșa tenduristî li wir û ragihand ku pêdiviyên pêwîst û têmên tenduristî yên li gor vê karesatê nînin li nexweșxaneyan.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke.