Rizgrabûna bajarê Til Ebyed (Girê Sipî) bi awakî berbiçav bandora xwe da ser herêmên Kurdan, bi taybetî bajarê Kobaniyê, ku ji sê aliyan ve dorpêçkirî ye. Di van çend rojên dawiyê de gelek çekên giran û pêdiviyên rojane yên xelkê sivîl gihîștin bajêr.
Sernivîserê malpera Welatî nêt li Kobaniyê rêzdar Zara Misto, ji Dengê Amarîka re rewșa Kobaniyê ya niha șîrove kir û got:
“Gihîștina çek û pêdiviyan, dilê xelkê Kobaniyê xweș kirin û bû hokareke girîng ji bo bilindkirina moralên wan.”
Misto ku niha li Kobaniyê dimîne, bal kișand ser rewșa asayîșê li bajêr û hebûna çekên giran li wir wek çespandina parastinê anî ziman.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke