Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke Xwekuj De Li Qamîşlo Yek Tê Kuştin û 4 Birîndar Dibin


Li Qamîșlo Êrîșkerekî xwekuj xwe bi navendeka hêzên Asayîșê de peqand û di encamê de endamekî asayîșê jiyana xwe ji dest da û çar kesên din jî birîndarbûn.

Peyvdarê giștî yê ragihandina asayîșa Rojava rêzdar Mihemed Xello, di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amarîka ronî da ser vê êrîșê û got:

“Çeteyekî Daiș xwest derbasî hundirê navenda Asayîșê be, lê nikarîbû derbas be. Ew zîvirî û ji aliyekî din ve derbas bû . Piștî pevçûneke kurt di navbera wî û endamên asayîșê de û kuștina endamekî asayîșê, êrîșker xwe peqand û çar kes birîndar bûn.”

Xelo ku li bajarê Qamîșlo dimîne, ev êrîș girê da bi têkçûna Daiș li çiyayê Ebdulezîz û bajarê Girê Sipî û ew wek bersivekê ji aliyê gurûpê ve di vê derbarê de anî ziman.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke

Mihemed Xelo SW 06_21_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:40 0:00

XS
SM
MD
LG