Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Konferansa Opozisyona Sûrî li Qahîra


Zuhat Kobanî, Heybet Bavê Helebçe û Selah Derwîş
Zuhat Kobanî, Heybet Bavê Helebçe û Selah Derwîş

Doh dușemê konferansek li paytexta Misir Qahîra hat li darxistin bi beșdarbûna bêhtirî 200 kesayetî ji opozisyona sûrî û amadebûna wezîrê derve yê Misir rêzdar Samih Șukrî û sozdarê giștî yê komkara Erebî rêzdar Nebîl el-Erebî.

Armanc ji vê konfiransa du rojan, li gor hatî ragihandin, ewe nêzîkikirina nerîn û helwestên aliyên beșdar ku bû bêhtirî çar sal nikarin bigihin hev li dor dîtina çareseriyekê an riyekê ji bo pirsgirêka Sûriyê.

Her wiha tê gotin ku dîtina çarçoweyeke alternatîve ji hevpeymaniya opozisyona heyî re, yek hewlên vê konferansê ye.

Kurd jî beșdarin, lê gelo beșadrbûna wan di çi astê de ye û ewê çawa karibin taybetmendiya doza Kurdî ji aliyên din re pêșan kin, eger em bidin ber çavan ku ew di vê konferansê de jî ne li hevin?

Bernameya Hest û Helwest bi beșdarbûna sê mîvanan vê babetê gotûbêj dike:

Berpirsê rêxista PYD li Ewropa rêzar Zûhat Koabanî ku li Belçîka dimîe; endamê meketeba siyasî ya partiya Demuqrata Pêșverû li Sûriyê û endamê hevpeymaniya opozisyona Sûrî rêzdar Selah Derwîș ku li Tirkiyê dimîne û her wiha nivîskarê Kurdê Sûrî rêzdar Heybet Bavê Heleçe ku ew jî li Almanya dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li barnameyê, faylê deng veke

Sense & Stance SW 06_09_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:28:05 0:00

XS
SM
MD
LG