Kombûna gurûpa 7 hêzên mezin yên cîhanê îroj li Almanya șerê li dijî Daiș guftûgo kir û serok wezîrê Îraq Heyder El-Ebadî daxwaza alîkariyên zêdetir kir ji koalîsyona navnetewî bi serkirdayetiya Amerîka.
Berpirsê ragihandina Partiya Demuqrata Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) li Almanya rêzdar Lewend Hisên, ji Dengê Amerîka re ronî da ser vê kombûnê di derbarê șerê li dijî Daiș û hewildana civaka navnetwî de ji bo têkbirina wê li Îraq û Sûriyê de.
Rêzdar Hisên bal kișand ser ne rijdîbûna civaka navnetewî di șerê dijî Daiș de û nebûna pilaneke diyar û zelal wek nîșan ji bo vê nerijdîbûnê anî ziman.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke