Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mustafa Ozçelik: AKP Behsa Yek Al û yek Milet Dike; HDP Behsa Kurdistanê Nake.


Mustafa Ozçelik
Mustafa Ozçelik

Di dema ku alîgirên (HDP) hewil didin bi zexmeke mezin tevlî hilbijartinên Tirkiyê bibin û rêjeya 10 ji sedî wergirin de, hinek Kurd qet beșdar jî nabin.

Serokê partiya Azadiya Kurdistanê li Tirkiyê rêzdar Mustefa Ozçelik, ji Dengê Amerîka re helwesta partiya xwe di vê derbarê de șîrove kir û got:

“Ji ber ku partiya me partiyek nûh e, me dem nebû ku pîvanên yasayî yên hilbijartinan pêkbînin. Wek kesayetiyên serbixwe jî, me biryar da beșdar nebin ji ber nakokiyên me li gel wan aliyên ku bang dikin bi yek dewlet û yek milet û yek al, û her wiha li gel wan aliyên ku çi bernameyên zelal nînin di derbarê pirsa Kurdî de.”

Ozçelik ku li bajarê Amedê dimîne, bal kișand ser pêșbîniya derbaskirina HDP ji rêjeye 10 ji sedî û ew wek rêjeyeke ne yasayî li Tirkiyê anî ziman.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke

Mustafa Ozçelik SW 06_07_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:08:20 0:00

XS
SM
MD
LG