Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Newaf Xelîl: Daiş û Rêjîma Sûrî Du Hêzên Faşîstin


Newaf Xelîl
Newaf Xelîl

Îroj Pênçșemê çekdarên Daiș gihîștin ber dergehên bajarê Hesekê piștî șerekî giran bi hêzên rêjîma Sûrî re, di demekê de ku êrîșên esmanî yên Amerîka û hevalbendên wê berdewam in li baregehên gurûpê.

Berpirsê navenda Kurdî ya lêkolînan li Almanya rêzdar Newaf Xelîl, ji Dengê Amerîka re ev babet șîrove kir û got:

“Șerê Hesekê șereke di navbera du hêzên fașîst de, hêza rêjîma ku bi dehan salan zor li xelkê sûriyê kiriye û hêza Daiș ku navdare bi terora xwe. Ev jî bêguman metirsiyekê li herêmê bi tevahî disepîn e.”

Xelîl ku li bajarê Boxom dimîne, bal kișand ser rola hevalbendiya navnetewî di șerê Daiș de û Kurd wek beșekî serekîn ji hevalbendiyê anîn ziman.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke.

Newaf Xelîl SW 06_04_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:09:41 0:00


XS
SM
MD
LG