Ajansa France Press, li gor berpirsekî Sûrî ku navê xwe diyar nekiribû, ragihand ku 7 hezar șervanên Îraqî û Îranî gihîștin Sûriyê ji bo parastina Dîmeșqa paytext. Ev nûçe tê piștî çend rojan ji axaftina serkirdeyê zêrevanên șoreșgerî yên Îran Qasim Sulêmanî ku dê nêzîk hin guhertin li ser erdê li Sûriyê bibin.
Endamê mekteba siyasî ya Partiya Demoqrata Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) rêzdar Mustefa Cum'a, ji Dengê Amerîka re ronî da ser vê babetê û got:
“Ji bo Iranê ne xeme ku bê naskirin ew piștgiriya rêjîma Esed dike, ev yek roj bi roj tê gotin. Ew bi awakî așkere alîkarin û xwe ji bo rexneyan naêșînin.”
Cum'a ku li Nerwîc dimîne, bal kișand ser bilindbûna asta șer li Sûriyê û ew vegerand bo têkçûna hemî hewildanên dîtina çareseriyek siyasî ji civaka navnetewî ve.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke