Duh Sêșemê, wezîrên welatên hevalbendiya navnetewî li dijî Daiș kombûnek li Frensa lidarxistin û têkbirina gurûpa terorîst guftûgo kirin. Lê Kurd, wek hêza sereke ya dijî Daiș, li vê kombûnê ne amade bûn.
Parêzerê Kurdê Sûrî Imran Mensûr, ji Dengê Amerîka re ronî da ser vê kombûnê û ne amadebûna Kurdan wek tiștekî pilankirî ji aliyê hikûmeta Îraqê ve, anî ziman.
Mensûr ku li bajarê Parîsê dimîne, li dor armanca vê kombûnê got:
“Hevlabendiya navnetewî gihîștiyê wê baweriyê ku gefa Daiș li ser Ewropa rijdî ye, ev hêza terorîst roj bi roj pêș dikeve û jimarin bêhtir ji xelkê tevlî wê dibin. Loma, Hevalbendî hewil didin metirsiya wê kêm bike da ku li welatên din belav nebe.”
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke