Ji dema damezrandina hevpeymaniya Sûrî ve, Kurd beșekî serekîn bûn têde. Wan hewil dan bala welatên mezin û hevparên xwe yên Ereb bikșînin ser doza Kurdî û taybetmediya wê di welatekî zengîn bi ayîn û netewên xwe de.
Roja îro piștî nêzîkî 3 salan ji damezrandina vê hevpeymaniyê, gelo Kurdan têde çi qezenc wergirtin e?
Hinek dibêjin, ne kesayetiyên serbixwe û nejî niwênerên Encûmena Niștimanî ya Kurdî (ENK-S), karibûn bi awakî berbiçav pênasînekê bi miletê Kurd wek pêhateya duyem di Sûrê de, wergirin ji aliyê Ereban ve.
Hin jî, dibêjin li welatekî rastî șerekî navxweyî bûyî, pêwîstbû Kurd xwedî helwest bin; an li gel rêjîmê rawestin an jî li dijî wê . Ji ber ku (ENK-S) li dijî rêjîmê rawestiya, wê çi rê ji bilî hevpeymaniyê nedîtin.
Lê riya sêyem a ku (ENK-S) ta roja îro jî hîn wê nabîne, Partiya Yekîtiya Demuqrat (PYD) ji bo xwe kir bijar, an jî bi kêmanî wiha dibêje, û li gor wê siyaseta xwe birêvebir.
Bernameya Hest û Helwest bi beșdarbûna sê mîvanan ronî dide ser vê babetê:
Sekretêrê Partiya Çep a Demuqrat a Kurd li Sûriyê û endamê Hevpeymaniya Opozisyona Sûrî rêzdar Șelal Gedo ku li Sulêmaniyê dimîne; Endamê desteya ragihandina partiya Yekîtiya Demuqrat (PYD) li derve, rêzdar Îbrahîm Îbrahîm ku li Danîmark dimîne; û her wiha Parêzerê Kurd ê Sûrî, rêzdar Ebdella Îmam ku ew jî li Hewlêr dimîne.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke