Serokê darbeya leşkeri ya 12'ê Îlona 1980'ê û 7’emîn Serokomarê Tirkîyê Kenan Evren, Şemîyê êvarê di 98 salîya xwe de mir.
Di dema derbeya 12’ê Îlonê de, bi sed hezaran kes hatin desteser kirin û dad kirin û bi hezaran kes jî ji hemwelatîya Tirkîyê hatin derxistin.
Berîya darbeya leşkeri bi navê DDKD, Rizgarî, Ala Rizgarî, KDP gelek tevger, partî û rêxistinên Kurdan li Tirkîyê geş bibûn. Piştî darbê bi hezaran edamên hereketên sîyasî hatin desteserkirin û girtin.
Yek ji sembolên 12’ê Îlonê, Zindana Dîyarbekirê ye ku bi hezaran endamên partî û rêxistinên Kurdan li vir di êşkencê giran de derbas bûn.
Avûqat Sabahattîn Korkmaz jî ew dem endamê tevgera DDKD’ê û Partîya Karkerên Kurdistanê ya wê deme bû. Ew jî jiber endamtîyê 4 salan di hepsa Dîyarbekirê de ma.
"Ez hem şahid, hem jî mexdûrê 12’ê Îlonê me. Hepsa Dîyarbekirê ew dem wekî kempên Nazîyan bû. Em li wir rastê îşkenceyek pir giran hatin û bi dehan hevalên me di hepse de hatin kuştin, yan jibo êşkencê protesto bikin xwe kuştin.”