Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Feysel Yusif: Şerê Kobaniyê ji Sedemên Sereke yên Ragirtina Kongreya ENK-S Bû


Feysel Yusif
Feysel Yusif

Ev bû bêhtirî salekê û çar meh in, Encûmena Niștimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENK-S) kongreya xwe ya sêyem radigire.

Hin çavdêr dibêjin ji ber nakokiyên di navbera partiyên wê de, ENK-S nikare kongrê li dar xe. Lê berpirsên wê ragirtinê bi hin sedem û fakterên din ve jî girê didin.

Sekreterê Tevgera Çaksazî ya Kurdî li Sûriyê û endamê sozdariya giștî ya ENK-S rêzdar Feysel Yusif, ji Dengê Amerîka re ev babet wiha șîrove kir:

“Șerê Kobaniyê û hêrêmên din yên Kurdan û her wiha hilbijartinên ciwanan û hêvrêzan, ew sedemên sereke bûn, ji ragirtina kongreya ENK-S re, li gel hebûna hin nakokî di hindirê ENK-S de.”

Yusif, ku niha li bajarê Qamîșlo dimîne, nîșan bi wê yekê da ku ew ji bo lidarxistina kongreya xwe di demeke nêzîk de kar dikin.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke

Fêsel Yûsif SW 5_4_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:56 0:00

XS
SM
MD
LG