Piștî lidarxistina kongirê 11mîn û ne amadebûna hin serkirdeyên wê, nakokiyên Partiya Demuqrata Kurd li Sûriyê (el-Partî), li gor hin çavdêran, gihîștine asta perçebûnê.
Sekretêrê Partiyê rêzdar Neseddîn Îbrahîm di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka ronî da ser vê babetê û got:
“Hêvalên ku li kongirê partiyê amade nebûyî ew nema endamin ta ku di kongirê bê de lêborîna xwe bixwazin.”
Îbrahîm ku niha li bajarê Qamîșlo dimîne, bal kișand ser rewșa Encûmena Niștimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENK-S) û ragihand ku rola wê nema ye.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke