Îroj, 22 meha Nîsanê, roja rojnamegeriya Kurdî ye ku vedigere sala 1898'an, dema belavbûna yekemîn rojname bi navê Kurdistan li paytaxta Misir Qahîrê.
Di vê boneyê de, nivîskar û rêvebirê malpera Medarat Kurd Muhsin Seyda, ji Dengê Amerîka wateyên vê rojê șîrove kirin û ronî da ser rewșa niha ya rojnamegeriya Kurdî.
Seyda ku niha li Danîmarka dimîne, diyar kir ku rojnamegeriya Kurdî rastî gelek bend û astengiyan hat, wek desthelatên ne demokratîk li welatên ku Kurdistanê dabeș dikin û pirbûna ziman û zaravên rojnamegeriya Kurdî.
Ji bo guhdarîkiriuna li hevpeyvînê, faylê deng veke