Encûmena niștimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENK-S) ku di nav hevpeymaniya hêzên opozisyona Sûrî de kar dike ew jî di kombûnên Mosko de beșdar nebû û ew wekû lîstikekê ji aliyê Rêjîmên Rûsya û Sûriyê de anîn ziman.
Sekretêrê partiya Yekîtiya Kurdî li Sûriyê rêzdar Îbrahîm Biro, ji Dengê Amerîka re ev yek șîrove kir û got:
“Di dema ku tenê hindek kesayetî ji opozisyona Sûrî vexwend, Mosko aliyê rêjîma Sûrî bi awakî fermî vexwend, û ew kesayetiyên opoziyonê jî ew bêhtir nêzîkî rêjîmê ne.”
Biro, ku niha li Hewlêr dimîne, pêwîstiya kongirekî navnetewî ragihand ku pirsgirêka Sûrî guftûgo bike û berdewamî be ji kongirê Cinêv re.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvîne, faylê deng veke