Îro çarşemê Daiş 217 zarok û kalemêr û pîrejinyên Êzdî li parêzgeha Kerkûk azad berdan ku gelek ji wan di rewşeke derûnî ya ne baş de bûn.
rêvebirê giştî yê karûbarên Êzdiyan rêzdar Xeyrî Bozanî, ji Dengê Amerîka re rewşa wan şîrove kir û got:
" Kesên hatî azad kirin hemî zarokên di bin temenê neh salî de ne û pîr û kalên ji pênce salî mezintirin, rewşa wan a tenduristî başe lê li gor wan ew rastî hemî cûreyên êşkenciyan hatin.
Bozanî ku niha li parêzgeha Kerkûk li nik wane, ragihand ku herçendî tiştekî diyar nîne, renge fișara rêxistinên mirovatî li ser hin aliyên bihêz û pêwendîdar bi Daiș re ewe sedema berdana van girtiyan.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke