Piștî du rojan ji kombûnên rawêjkarî di navbera xwe bi xwe de îroj hindek kesayetiyên opozisyona Sûrî kombûnekê li gel niwênerên rêjîma Sûrî li Mosko li dardixin.
Niwênerê Partiya Yekîtiya Demuqrat (PYD) li Mosko rêzdar Ebdulselam Elî, ji Dengê Amerîka re ronî da ser van kombûnan û got:
“Di kombûnên herdû rojên borî de kesayetiyên opozisyonê belgenameyek amade kirin, bi riya aliyê Rûsî pêșkêșî rêjîma Sûrî kirin û di kombûna îro de li gel rêjîmê guftûgo li dor wê dibin.”
Elî her wiha bal kișand ser nerîna (PYD) di derbarê van kombûnan de û ragihand ku ew amade ne, bi her aliyekî re rûnin dema ku di berjewendiya xelkê Kurd de be.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke