Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ebdella Îmam: Birakujî Li Herêmên Kurdan Bibe Eger Hêza ENK-S Derbasî Sûriyê Be


Ebdella Îmam
Ebdella Îmam

Berpirsên Encûmena Niştimanî ya Kurdî- Sûriyê (ENK-S) û bi taybetî yên Partiya Demuqrata Kurdistan-Sûriyê (PDK-S), di navbera demekê û demeke din din de radighînin ku wan pêșmerge li herêma Kurdistana Îraqê hene û dema pêwîstî hebe ewê wan derbasî Kurdistana Sûriyê bikin.

Parêzerê Kurdê Sûrî rêzdar Ebdella Îmam, ji Dengê Amerîka re rastiya hebûna van pêșmergeyan dupat dike û dibêje jimara wan bi hezaran e, lê hîn biryara derbasbûna wan bi awakî fermî nehatiyê standin.

Îmam ku niha li Paytexta herêma Kurdistana Îraqê Hewlêr dimîne, her wiha dibêje metirsî ewe ku ew derbasbûna wan bibe sedema șerekî birakujî di navbera herdû aliyan de.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke

Ebdella Îmam_SW_4_7_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:08:37 0:00

XS
SM
MD
LG