Piștî Kontrolkirina piraniya parêzgeha Idlib ji aliyê gurûpa Cebhet Al-Nusra ve, gelek metirsî derdikevin holê ku rêjîma Esed bajêr û derdora wî bombebaran bike û komkujî li wir bibin.
Nivîskarê Kurdê Sûrî rêzdar Farûq Hecî Mustefa, ji Dengê Amerîka ev metirsî anî ziman û got:
“Raste ew dibêjin me Idlib rêzgar kir lê wê agirekî mezin li wir gur bibe û ji ber tirsa ji bermîlên rêjîmê roja îroj xelk hewil didin ji bajêr birevin.”
Hecî Mustafa ku niha li Tirkiyê dimîne, bal kișand ser rewșa xelkê Kurd li Bajarê Efrînê û metirsiya xwe ji êrîșkirina Efrîn ji aliyê Cebhet Al-Nusra ve anî ziman.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke.