Derbaskirina yaseyeka parastinê di perlemana Tirkiyê de ji bo berferehkirina desthelata polîs, bû cihê nakokiyan. Bi taybetî di navbera hikûmetê û Kurdan de ku serokê HDP rêzdar Selahiddîn Demirtaș ew bi awakî așkere pirotesto kir.
Rêzdar Nazmî Gur, alîkarê hevserokê HDP û endamê perlemana Tirkiyê, di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka, ronî da ser vê yaseyê û ew wek yaseyek dijî demuqrsî û mirovatiyê anîn ziman.
Nazmî Gur ku li bajarê Anqera dimîne, got:
“JI bo parastina Erdoxan û rêjîma wî ev yase derket û wek opozisyona Kurd em li dijî vê yaseyê ne, çimkî ewê rêjîmeke dijî demuqrasiyê damezirîne.”
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke