Li gor çalakvanan, penaberên Sûrî li Lubnan rastî gelek rewșên asteng û dijwar tên û hin ji wan hewil didin li gel zarokên xwe berê xwe bidin welatên Ewropa.
Çalakvan û siyasetmedar Xelîl Hesen, ji Dengê Amerîka re ronî da ser rewșa penaberên Sûrî li Lubnan û got:
“Gelek alî û rêxistinên navxweyî û navnetewî soza alîkariyan didin lê sozên xwe pêk nayînin. Loma xelkê penaber bê hêvî dimînin û pir caran xwe û zarokên xwe davên nav deryayan da ku derbasî Ewropa bin û gelek ji wan jiyana xwe ji dest didin.”
Hesen, ku bi xwe bû çend salin penabere li Libnan û niha Li Beyrûtê dimîne, bal kișand ser rewșa penaberên Kurd li wir û ew xerab wek ya hemî penaberên Sûrî nirxand.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke