Deh xalên nameya serokê partiya Karkerên Kurdistan (PKK) rêzdar Ebdella Ocelan di derbarê piroseya aștiyê de li Tirkiyê ji aliyê gelek çavdêr û șîrovekaran ve bi erênî hatin xwendin.
Nivîskar û birêvebirê malpera Medarat Kurd rêzdar Muhsin Seyda, ji Dengê Amerîka re ev babet șîrove kir û girîngiya beșdarbûna hemî aliyan anî ziman ji bo biserkeftina piroseya aștiyê.
Seyda ku niha li Danîmark dimîne, her wiha bal kișand ser bandora vê piroseyê li ser Kurdên Sûriyê û got: “Kurdên Sûriyê ji roja roj de çi sûde ji vî șerî nedîtin, loma pêwîste em wekû kurdên Sûrî piștgiriya piroseya aștiyê bikin.”
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke.