Di du êrîșên terorî de li ser ahenga Newrozê li Parêzgeha Hesekê, bi dehan kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan û hejmareke mezin jî birîndar bûn û hatin veguhestin bo nexweșxaneyên derdorê.
Endamê mekteba siyasî ya Partiya Demuqrat a Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) rêzdar Muhsin Tahir, ji Dengê Amerîka re ev babet șîrove kir û got:
“Herçendî ev cûre êrîș bi çi șêweyî nayên kontrol kirin, lê me pêwîstî bi hevkariyeke rijdî heye ji bo parastina xelkê sivîl. Ji bo têkbirina pîlanên terorîstan șiyarbûna hemî aliyan divê, aliyek bi tenê nikare xelkekî biparêze.”
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke