Destkeftên gurûpa Cebhet el- Nusra li beramber tevgera Hezim li Sûriyê ku Amerîa bi awakî leșkerî piștgiriya wan dikir gelek pirsiyaran derdixe hole di derbarê lêșkerkirina opozisyona Sûrî de ku ji berê de Amerîka metirsî hebûn çekên wan têkevin destê gurûpên tundrew û li dijî hevalbendên wê bêne bikar anîn.
Endamê civata leșkerî ya bilind di koalisyona opozisyona Sûrî de rêzdar Siûd Naso, ji Dengê Amerîka re ronî da ser rewșa gurûpên ku ew niwêneratiya wan dikin û got pêwîste Amerîka bi awakî rijdîtir bi Koalisyonê re danûstandinan bike.
Naso ku niha li Tirkiyê dimîne, ragihand ku wan pêwendî li gel Amerîka hene û ew piștgiriyê jî werdigrin lê wî ew piștgirî bi “Ne li gor asta tê xwestin” anî ziman.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê,faylê deng veke