Piștî amadekariyên ku bi mehan dirêj kirin Wezareta Berevaniya Amerîka Pentagon li ser zimanê peyvdarê wê John Kerby dibêje ewê di nire 4 ta 6 hefteyan dest bi rahênana opozisyona Sûrî bikin û welatên herêmê ku dê mîvandariya evan rahênan leșkerî bikin ewin Tirkiyê, Qeter Erebistana Siûdî û Ordin.
Ew bi jimareke biçûk dest pê bikin lê li gor Kerby, Pentagon hêvîdar e ku ew jimar di nîrê salekê de bibe 5hezar ta 5 hezar û 5sed û bê guman ev jimar dê piștre bilindtir bibe.
Eger em bidin ber çavan ku Șervanên Kurd karibûn di demeke kin de bala hemî cîhanê bikșînin ser dilêrî û berxwedana xwe û mînaka Kobaniyê û șerê niha li herêma cizîrê dibe li ber çavan e, gelo cihê wan di proseya rahênanê de li kuye û Amerîka bi çi çavî li wan dinerê?
Çi ji Kurdan tê xwestin da ku ji Amerîka re dupat bikin ku ew hevalbendên wê ne û pêwîstî bi wê yekê heye ku ew di nava rêzên evê proseyê de bin?
Gelo Kurd amade ne û dixwazin tevlî karekî wiha bibin, anjî wan pirojeyên xwe yên taybet hene û xema wan behtir parastina herêmên Kurda ye bêhtirî ku șerê terorîsmê û rûxandina rêjîma Beșar Esed be?
Eger wan riyek bo xwe hilbijart gelo ew wekû partiyên siyasî li hevin ku karibin bi hevre biryarekê di vê derbarê de bistînin?
Bernameya Hest û helwest bi beșdarbûna sê mîvanan ronî dide ser evan babetan;
Hevserokê TEV-DEMê li Kobaniyê û endamê lêvegera siyasî rêzdar Ehmed Șêxo ku li bajarê Kobaniyê dimîne. Berpirsê șaxê Nerwîc yên encûmena niștimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENK-S) rêzdar Mehmûd Biro ku li bajarê Frîdrêkstad li Nerwîc bi me re ye. Her wiha endamê berê yê Perlemana Sûrî rêzdar Azad Kobanî ku li vir li wîlayeta Virginia dimîne.
Ji bo guhdarîkirina li dirêjiya Bernameyê, faylê deng veke