Şerê terorîzmê û gurûpa tundrew a Daiș ew yek ji babetên herî girîng bû di Kongirê Miyûnx de li Almanya ku amadebûna Kurdan lê berbiçav bû û șandê herêma kurdistana Îraqê bi serokatiya rêzdar Mes’ûd Barzanî serokê herêmê bi awakî fermî hatibû vexwendin.
Endamê desteya serkirde ya rêxistina Soz û çalakvanê Kurdê Sûrî rêzdar Șepal Îbrahîn ku li Almanya dimîne ji Dengê Amerîka re ronî da ser evê Kombûna û rola herêma Kurdistana Îraqê û serok Barzanî bi erênî nirxand, bi taybetî di șerê terorîsmê û pênasîna xelkê bi doza Kurdî û dadmendiya wê.
Îbrahîm her wiha bal kișand ser rola welatên xwedî biryar li cîhanê û got pêwîste ew Kurdistaneke serbixwe bidin ber çavan.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke