Bi vexwendineke fermî ji aliyê Almanya de, serokê Herêma Kurdistana Îraqê rêzdar Mes’ûd Barzanî doh gihîște Almaniya ji bo beșdarbûna di kongirê parastin û aștiyê de li Bajarê Miyûnêx.
Berpirsê ragihandina Partiya Demuqrata Kurdistana Sûriyê li Almanya rêzdar Lewend Hisên ku li bajarê Disildrof dimîne, ji Dengê Amerîka re ronî da ser evê kombûnê û serdana rêzdar Barzanî û got:
“ Siyaseta Serok Barzanî ya nermerê li hêrêmê û lehengiya hêzên pêșmerge li dijî terorîstên Daiș, bala cîhanê bi tevahî dikșine ser xwe û ew wek serokê welatekî serbixwe bi Barzanî re didin û distînin.”
Hisên her wiha ragihand ku revenda Kurd li Almanya, ji bo piștgiriya serok Barzanî û serxwebûna Kurdistanê, xwepêșandana li dar dixin.
Ji bo guhdarîkirina li vê hevpeyvînê, faylê deng veke