Nakokiyên di hindirê Encûmena niștimanî ya Kurdî de li Sûriyê derbasî hindirê hevpeymaniya opozisyona Sûrî dibin û bê guman dê bi rengekî ji rengan bandora xwe li ser rola ENKSê di nav Hevpeymaniyê de hebe.
Endamê hevpeymaniya opozosyona Sûrî Mihemed melle Reșîd ku li Istanbol dimîne ji Dengê amerîka re ronî da ser evan nakokiyan û ragihand ku hevpeymanî dê tenê biryarên ENKSê bide ber çavan di derbarê binavkirina niwênerên xwe de.
Reșîd her wiha bal kișand ser binavkirina cîgirê serokê hevpeymaniyê û diyar kir ku ew ji Kurdan re ye û dê bimîne ji bo wan.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke