Dirêjbûna șer di navbera șervanên Kurd û çekdarên Daiș de li bajarê Kobaniyê û derdora wê, gelek pirsan derdixe holê, gelo çima ev șerê han bi vî rengî dirêj kir û çima çi alî nikarin pêșketinên berbiçav bi dest xin, eger em bidim berçavan biçûkbûna bajêr û nêzîkbûna eniyên șer bo hev.
Seroka encûmena Qanûnsaz a Kantona Kobaniyê Fewziya Ebdî, ji Dengê Amerîka re ev babet șîrove kir û ew wek pilanekê ji aliyê hêzên mezin yên beșdar ve anî ziman.
Ebdî her wiha bal kișan ser rola pêșmergeyên Herêma Kurdistana Îraqê û got, eger șer li derveyî bajêr ba ewê ji zû ve bi serktina, belê șerê kolanan dihêle ku erka șervanên Kurd hinekî dijwartir be.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke