Jimareke mezin ji penaberên Sûriyê û her wiha penaberên Kurd li Kampa bajarê Melîle di navbera Mexrib û Îspanya de kombûne ji bo derbasî Ewropa bin û mafê penaberiyê li wir wergirin.
Parêzerê Kurdê Sûrî Mihemed Emîn Muslim ku ew jî niha wekû penaber li wir dimîne, ji Dengê Amerîka re reweșa wan șîrove kir û got, kampa Melîle hatiye duristikirin ji bo 500 kes lê niha bêhtirî 2 hezar penaber lê dimîne û ev jî rewșa wan xerab dike û xizmetên ji wan re dibin dadikeve lawaztirîn astên xwe.
Ji bu guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke