Herçendî rewșa penaberên Sûrî li Lubnan berê dijware û pêdiviyên jiyanê ji wan kêm in, ev pêla berfê ya van du sê rojên dawiyê rewșa wan têk bir û bû sedema mirina jimarek penaber di bin berf û sermê de.
Çalakvanê Kurdê Sûrî Çeko Mihemed ku li Beyrût dimîne û bi xwe jî penabere li wir, ji Dengê Amerîka re rewșa xerab a penaberan șîrove kir.
Mihemed daxwaz li hemi rêxistên xêrxwazî û aliyên xemxur kir ku bi banga wan herin û bi sed hezaran penaberên di bin berfê de mayî rizgar kin.
Mihemed herwiha ragihand ku gelek konên penaberan di bin berfê de ne xuya ne û pêwendî bi gelekan re qut bûne.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke