Rewșa penaberên Kobaniyê li Tirkiyê her diçe xerabtir û dijwartir dibe, bi taybetî ya wan zarokên ku ji perwerdekirinê bêpar dimînin û rastî nexweșiyên cûrbecûr dibin di wan konan de.
Helbestvana Kurd Șêrîn Șêxo ku bi xwe ji xelkê Kobaniyê ye û wekû penaber li Tirkiyê dimîne, ji Dengê Amerîka re rewșa têkçûyî ya penaberan șîrove kir û bandora evê yekê ya neyênî li ser siberoja wan nîșan da.
Șêxo her wiha bal kișan ser pêwîstiya dermankirina birînên derûnî yên xelkê penaber piștî vegera wan bo mal û gund û bajarê xwe.
Ji bo guhdarîkirina li vê hevpeyvînê, faylê deng veke