Ji bilî tevlêbûna çekdarên Dewleta Îslamî ji bo şerê Kurdan, gelek ji Erebên derdorê derbasî Kobaniyê bûn ji bo dizîn û talankirina bajêr û gundên wî.
Endamê birêvebir ê komeleya parêzerên Kobaniyê, parêzer Ferhad Baqir ku li Tirkiyê dimîne, ji Dengê Amerîka re ronî da ser evê babetê û got, " ew kesên ku hatin Kobaniyê ji bo talankirinê, diz û gunehkarin û alî hene piştgiriya wan dikin da nakokî di navbera pêkhateyên Sûriyê de kûrtir û dijwartir bibin."
Baqir her wiha bal kişand ser rola rexistinên sivîl di sivikkirina evan nakokiyan de û avakirina jîngehekê ku hemî pêkhate karibin tê de jiyaneke aram li gel hev bijîn.
ji bo guhdarîkirina li vê hevpeyvînê, faylê deng veke