Bi xweşî û nexweşiyên xwe salek din jî derbas bû. Di 2014an de bûyerên herî girîng ji bo Kurdan, êrîşên DAİŞ bûn. Komkujiyên vê rêxistinê mora xwe li ser jiyana Kurdan xist. Êrîşên Şengal û Kobaniyê kir ku bi sed hezaran Kurd ji cîwarên xwe koçber bibin, bi hezaran werin kuştin û revandin. Lê berxwedana Kurdan ya li hember vê rêxistinê, nav û dengê Kurdan li cihanê belav kir.
Gelo rûniştvanên bajarê Amedê ji bo sala 2014an çi dibêjin û hêviyên wan ji sala 2015an çine?
Me pirsî, wan jî ji bo gohdarên Dengê Amerîka hêvîyên xwe gotin.
ji bo guhdarîkirina li raportê, faylê deng veke