Di çarçeweya hewilên xwe de ji bo nûavakirina bajarê Kobaniyê ku ta niha bêhtirî nîvî rastî hilweșandinê bûye, hindek șareza û pisporên xelkê Kobaniyê berî çend rojan desteyek bi navê Desteya Serbixwe ya Nûavakirina Kobaniyê ragihandin.
Nivîskar Ronî ‘Elî ku bi xwe yek ji damezrênerên vê desteyê ye, ji Dengê Amerîka re got, "mebesta me ji damezrandina desteyê ewe ku em dengê xelkê Kobaniyê bigihînin rêxistinên navnetewî da ku bi erkên xwe rabin û xelkê penaber vegerînin bajar û gundên wan piștî têkçûna DAIȘ."
Elî her wiha ragihand ku ewê hewil bidin nekevin bin baskên çi aliyekî siyasî, belê ewê destê xwe bidin her kesekî alîkar.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke