Piștî vekolîn û lêpirsînan di derbarê dayîna hin partiyên ENKSê dengên xwe bo TEV-DEMê, Komîta lêpirsînê ya ku hatî damezrandin di hindirê encûmena niștimanî ya Kurdî de li Sûriyê, biryar da ku șê partî gunehkarin û ew hatin cudakirin ji lêvegera siyasî û her wiha ji ENKSê.
Endamê Mekteba siyasî ya partiya Demuqrata Kurdistana Sûriyê Beșar Emîn, ji Dengê Amerîka re ev agahî dupat kir û got, biryara damezrandina evê komîtê bi erêkirina hemî aliyan bû, û pêwîste hemî alî pêgirbin bi encamên lêpirsînan.
Emîn navê wan hersê kesan așkere kirin û ragihand ku dê sê kesên serbixwe li șûna wan bêne hilbijartin di hindirê ENKSê de, ji bo lêvegera siyasî.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke