Di bûyerek berbiçav de, çekdarekî pêșbîne ku ji piștgirên gurûpa Dwleta Îslamî DAIȘ e, jimareke xelkê sivîl wekû barimte girtin, li yek ji zincîre firoșgehên Lindt li navçeya Martin Place a bajarê Sydney li Australia. Û di vê navê de, hêzên asayîșa bajêr navçe girtin û avahî dorpêç kirin e.
Nivîskar û rojnamevanê Kurd Șahînê Soreklî ku li Bajarê Sydney dimîne, ji Dengê Amerîka re ragihand ku desthelat û polîsê Seydney hewil didin vê bûyerê bi DAIȘ ve girê nedin, û daxwaz li dezgehên ragihandinê kirin da propaganda ji evê gurûpa terorîst re nekin.
Soreklî her wiha got, "Ev kesên karên wiha dikin ji binemalên misilmanin û wan nasnameya Australia û welatên din wergirtin e."
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke