Ji nav biryarên ku di kombûna lêvegera siyasiya Kurdên Sûriyê de hatî standin, avakirina du komîtan ji bo danûstandina li gel rêveberiya heyî li herêmên Kurdan û hêzên YPG, wekû gava yekem ji bo sazkirina rêveberiyeke siyasî û lêșkerî ya hevbeș.
Sikirtêrê partiya demuqrat Kurd li Sûriyê Nesreddîn Îbrahîm ku li bajarê Qamîșlo dimîne, ji Dengê Amerîka re, ronî da ser evê kombûnê û sedemên nebûna niwênerên herêmên Efrîn û Kobaniyê di vê lêvegerê de û her wiha hewlên hilbijartina hin niwêner ji wan herdû herêman.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke