Hêzên hevbendiya navnetewî li Broksil kongirek li ser asta wezîrên derve li darxistin, ji bo șerê gurûpa Dewleta Îslamî li rojhilata navîn û gefa wê ya li hemî cîhanê.
Endamê komîta ragihandinê ya partiya PYD li derve, Îbbrahîm Îbrahîm ku li Almanya dimîne, ji Dengê Amerîka re got, eger aliyên beșdar di vî kongirî de çareyeke rijdî nebînin, dê gurûpa Dewleta Îslamî li seranserî welatên cîhanê belav be û bibe metirsî li her deverê.
Îbrahîm her wiha bal kișand ser rola Tirkiyê, û ew wekû piștgira yekem a evê gurûpa terorîst re, anî ziman.
Ji bo guhdarîkirina li vê hevpeyvînê, fermo faylê deng veke